Mesrûr Barzanî: Lazime mafên destûrî yên herêmê parastî bin

behsa çareser kirina kêşeyên heyî li gel hikûmeta federalî kir.
کوردستان TV
100%

Di semînarekê de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Washingtonê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdariya semînarekê kir û piştî semînarê jî Serokwzîr wisa nivîsand;

Îro di semînarekê de li Washîngtonê li gel hijmarek ji nunerên, navend, dezgeh û peymangehên siyaset û hizir û lêkolîna Amerîk ya Think Tank civiyan.

Di semînarê de me balkêşande ser pêşhat û guhertinên li herêma Kurdistan, Îraq û deverê de.

Me ev yek anî ziman ku, Îraq dewleteke federaliye û lazime rêz ji destûr, bingehên demokrasî û federaliyetê bigire û weke pêgeheke destûrî û federalî nizîkatî li ser herêma Kurdistanê de bike. Me ev yek diyar kir ku, xelkê Kurdistanê gelek qurbanî bo bidest anîna mafên xwe yên reva û destûrî daye û ne amadeye di bin ti zextekê de dev ji mafên xwe berde.

Me tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê dixwaze li ser esasê destûrê kêşeyên heyî li gel hikûmeta federalî çareser bike û di vê derbarê de behsa girîngiya dabîn kirina şayîsteyên darayî û para bûdceya herêma Kurdistanê bi rêya dezgehên fermî û destûrî yên hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye û tekez li ser pêwîstiya destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê bo parastina asayîş û aramiya herêmê kir.

Di berdewamiya semînara han de me behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê û girîngiya normal kirina rewşa wan deveran bi rêya cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûrê û rêkeftina Şingalê kir.

Di dawî de bersifa çend pirs û têbîniyên beşdaran jî da.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.