Dema pîwerdariya wî bi dawî hatiye.
Duhê bişev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mihemed Mewlûd Yaqût kir ku, bi mebesta xatir xwestinê serdana Serokê herêmê kiribû.
Di civînê de Serokê herêmê spasiya hewldanên Konsulusê Tirkiyeyê yên bo pêşde birina têkiliyan kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve Konsulusê Tirkiyeyê jî spasiya Serokê herêmê û piştîvaniya dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin