Dewleta Tirk û komên wê yên çete ji destpêka îsal ve li kantona Efrînê 4 welatî qetil kirin û 94 welatiyên din revandin.
Li gor nûçeyeke anhayê dewleta Tirk a dagirker sûcên qetilkirin û revandinê li kantona Efrînê dewam dike. Ji destpêka îsal heta 20ˊê Sibatê 4 welatî hatin qetilkirin û 94 welatiyên din hatin revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di bîlançoya xwe ya Çileyê de bi bîr xistibû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatî di nav de 2 jin, qetil kirin.
Her wiha li gorî rêxistinê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 53 welatî di nav de 15 jinên temenbiçûk û 2 zarok revandin.
Girêdayî heman mijarê, Navenda Belgekirina Binpêkirinan di 20ˊê Sibatê de raporek li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê belav kir. Di raporê de hate bibîrxistin ku ji destpêka Sibatê û heta dîroka belavkirina vê raporê 41 welatî hatine revandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin