Li Kurdistanê çend çalakiyên curbicur têne organîzekirin.
Îro 21ê Sibatê roja cîhaniya zimanê zigmakî ( dayik) ye û Kurdistanî li seraserê welat û derveya welat bi çalakiyên curbicur ev roja han pîroz dikin.
Li Bakûrê welat sazî û dezgehên taybet yên karûbarên wêje û çandî bi organîzekirina çalakiyan û daxuyaniyên curbicur daxwaza parastin û pêde birin û bi rojev kirina zimanê dayikî dikin.
Li Rojhilat û Rojavayê welat jî bi heman awayî bi çalakiyên çandî, hunerî û wêjeyî ev roja han tê pîrozkirin.
Li başûrê welat jî bi semîner, konferans û çend çalakiyên din roja cîhaniya zimanê dayikî tê pîrozkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin