Civîn li Serokatiya herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin.
Îro sêşem li Serokatiya herêma Kurdistanê bi bişdariya şanda Serokatiya herêma Kurdistanê, Serokatiya hikûmeta herêmê, nunerê UNAMI li Îraqê û komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê, civîneke taybet bi hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate lidarixstin.
Di civînê de giftûgo derbarê pêngavên pêwîst yên bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin û şanda Serokatiya herêmê û hikûmeta herêmê jî amadebûna xwe bo pêşkêş kirina her cure karasaniyekê bo hilbijartinên parlementoya bi awayeke şefaf û azad diyar kirin.
Nunerê UNAMI jî amadebûna xwe bo pêşkêş kirina her cure hevkariyek bo prosesa han diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin