Du lîwayên pêşmerge û artêşa Îraqê dest bikar dibin

niha mişxûlî perwerdehiya hevbeşin.
کوردستان TV
100%

Di destpêka Adarê de dest bi karên hevbeş dikin.

Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê di nava Fermandariya operasiyonên hevbeş yên Îraqê de, ragihand ku, vê di destpêka meha Adarê de du lîwayên hevbeş yên wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê bi hevbeşî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê dest bikarûbarên xwe yên hevbeş dikin.

Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê di nava Fermandariya operasiyonên hevbeş de Ebdulxaliq Telet ragihandiye ku, ev her du lîwayên hevbeş û yekeyeke artêşa Îraqê di rojên derbasbûyî de perwerdehiya hevbeş dîtin û cîhên destbikar bûna wan jî hatiye diyarîkirin û di destpêka Adarê de vê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê dest bi karûbarên xwe yên hevbeş dikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.