Serokwezîrê Îsraîlê bersifa bertekên dijî operasiyona ser Refeh da.
Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu duhê bişev gotarek pêşkêş kir û bersifa rexne û bertekên dijî operasiyona Îsraîlê yên bo ser bajarê Refehê da.
Netanyahu di gotara xwe de anî ziman ku, hîn jî çekdarên Hemasê li Refehê hene, vê bajarê weke navendeke xwe bihêzkirinê bikartînin lewre em neçarin bo berevanî kirin ji xwe û axa xwe vê operasiyonê lidar bixin.
Netanyahu eşkere kiriye ku, eger operasiyon bo ser Refehê neyêkirin vê demê wateya vê eve ku, artêşa Îsraîlê negehêştiye armancên xwe û rastî şikestê hatiye.
Netanyahu tekez li ser vê yekê kiriye ku, rixmî berdewamiya bertekan vê operasiyona ser Refehê lidar bixin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin