Li gel du kanalên Erebî hevpeyvîn kiriye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke hevbeş de bo her du kanalên erebî yên Erebiye û Elhedesa Îmaratî behsa çend mijaran kiriye û eşkere kiriye ku, fikarên herêma Kurdistanê hene ku, Îraq nikarêbe bo berevanî kirin ji herêma Kurdistanê rola xwe bilîze.
Serokê herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku, rewş û astengiyên niha ji yên serdema DIŞI metirsîdartirin jiber ku, eniyê pêş nediyare.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku, herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê deye û bi tenê nikare biryar li ser mayîn anjî nemana hêzên hevpeymanan li Îraqê de bide.
Barzanî hebûna têkiliyên navbera herêm û Îsraîlê red dike û dibêje ne têkiliyên herêm û Îsraîlê hene û ne jî ti navendeke Mossadê li herêmê de heye û Tehran jî li ser hebûna navendên Mossadê ti belgeyek nedaye Bexdayê.
Barzanî dibêje hajek baran kirina Hewlêrê ji aliyê Îranê ve ti hinceteke xwe tuneye û nabe bikeve çarçoveya dostatiyê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin