HRW: Tirkiye tawanên însanî dike

dibêje bi zanebûn jêrxana tendirostî dike armanc.
کوردستان TV
100%

Dibêje zirarên mezin gehandiye Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.

Navenda çavdêrî kirina mafên mirovan ( HRW) raportek derbarê êrîşên balefirên cengî yên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) belav kiriye.

Di raporta xwe de HRW diyar kiriye ku, Tirkiye bi zanebûn û bi mebesta wêran kirin û valakirina deverê êrîşî ser jêrxana medenî ya vê deverê dike û ev yek jî tawaneke mezin ya însaniye.

Di beşeke din ya vê raporta han de hatiye diyarkirin ku, rixmî zirarên canî hevdem zirarên gelek mezin yên madî jî ber deverê û jêrxana medenî ya deverê ketine û Tirkiye bi zanebûn jêrxana medenî dike armanc û êrîşên Tirkiyeyê jî her diçe zêdetir dibin.

Di berdewamiya raportê de hatiye gotin ku, Tirkiye bi zanebûn jêrxana tendirostî dike armanc û dixwaze bi vê awayî şêniyên deverê ji xizmetgozariyên tendirostî bêpar bihêle.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.