Serokê herêmê pêwaziya wezîrê berevanî y ê Tirkiyeyê kir

behsa metirsiyên DIŞIê li deverê de hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewş û pêşhatên li deverê de hatiye kirin.

Îro çarşem li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Yaşar Guler kir.

Di civînê de ku, balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, hevkarî û hevbeşiya navbera wan, rewşa ewlekarî ya Îraq û herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên derbarê şer û aloziyên li Rojhilata Navîn de û bandora wan li ser rewşê hate kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya hevkarî û hevbeşiya navbera Tirkiye, Îraq û herêma Kurdistanê bo parastina aramiya deverê û parastina ewlekariya sînoran kiri û li ser hewldanên hevbeş bo pêşî girtin ji berfiretir bûna aloziyan hemfikir bûn.

Pêşde birina têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê li ser esasê berejwendiyên hevbeş û cîrantiya baş, pêşhatên rûbirû bûna terorê, gef û metirsiyên DIŞIê û çend mijarên din yên cîhên girîngiya hevbeş babetên din yên vê civînê bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.