Brîtanya û Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin

Brîtanya berdewam dibe li ser hevkarî û hemahengî kirin li gel Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Brîtanyayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê birêz James Goldman kir.

Di civînê de me jiber destbikar bûna wî weke Konsulusê nû yê Brîtanyayê li herêma Kurdistanê pîrozbayî li James Goldman kir û hêviya serkeftinê jî bo xwest û piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan du alî diyar kir.

Konsulusê giştî yê Brîtanyayê jî spasiya hevkarî û hemahengiya dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Di beşeke din ya civînê de me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq, deverê û girîngiya parastina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.