Di mehekê de 50 Kolber bûne qurbanî.
Êrîşên çekdarên rejîma Îranê li ser sînorên navbera Rojhilat, Başûr û Bakûrê Kurdistanê dijî Kolberên Kurd didomin û di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê jî raportek belav kiriye.
Di raporta han de hatiye diyarkirin ku, tenê meha derbasbûyî 6 Kolberên Kurd li ser sînorên Kurdistanê bi êrîşên raste rast yên çekdarên Îranê canê xwe ji dest dane û 44 Kolberên din jî birîndar bûne ku, birîna hinek ji wan girane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin