PDK û YNK li ser Kerkûkê lihev kirin

vê Waliyeke Kurd bo kerkûkê were diyarîkirin.
کوردستان TV
100%

Îro li Silêmanî civiya bûn.

Îro her du mekteb siyasiyên PDK û YNK li Silêmanî civiyan û yek ji mijarên civînê jî taybet bo bi ava kirina hikûmeta xwecîhî ya kerkûkê.

Piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin û têde hatiye nivîsandin ku, di civînê de giftûgo derbarê kêşeyên navbera herêmê û hikûmeta federalî bi giştî û bi taybetî jî bûce û mûçeya herêmê hatiye kirin û pişt re jî nîqaş derbarê encamên hilbijartinên herêmê û berejwendiyên nîştimanî hatiye kirin û di vê çarçoveyê de her du alî li ser wan xalan lihev kirine.

1-Bo parastina berejwendiyên welatiyên Kurd yên li Kerkûkê bi tevahiya pêkhateyan ve, Waliyekî Kurd bo Kerkûkê were diyarîkirin daku, xizmeta tevahiya xelkê vê parêzgehê bike.

2-Her du alî li ser vê yekê ku, erkê sereke yê PDK, YNK û tevahiya aliyên Kurdistanî parastina pêgeha qanûnî ya federalî ya herêmê ye, hem fikir bûn û lazime berevanî ji destkeftên şoreş û xebat û xwîna şehîdan were kirin.

3-Bo çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federalî her du alî di asteke bilind de li gel hikûmeta federalî bi hevgirtî hewl bidin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.