Îsraîl: Pêşrewiyên me berdewamin

heta niha nêzî 27 hezar kes hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl li Xan Yûnisê ketiye nava tonelên Hemasê.

Artêşa Îsraîlê di 115 rojiya şerê navbera Îsraîl û Hemasê de daxuyaniyek belav kiriye û tê de ragihandiye ku, şerê wan li dijî Hemasê berdewame û niha li Xan Yûnisê pêşrewiyên artêşê didomin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye eşkere kirin ku, hêzên wan li Xan Yûnisê karîne êrîşî ser nivîsîngeha Serokê Hemasê Yehiya Sunwar bikin û çend kargehên çê kirina hajekan ji nav birin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, hêzên artêşê ketine nava gelek tonelên Hemasê yên li vê bajarê.

Weke tê zanîn di nava wan 115 rojên derbasbûyî de nêzî 27 hezar kes hatine kuştin û zêdetir ji 65 hezar kesên din jî birîndar bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.