Dibêje hevkariya Îranê kiriye.
Li gor çapemeniya Amerîkî, duhê wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê ragihandiye ku, ceza daniye ser bankaya Huda ya Îraqî.
Wezareta xezêne û darayî ya Îraqê diyar kiriye ku, ev bankaya han bûye çavkaniya herî mezin ya dabîn kirina darayî bo terorîstan û hevkariya Îranê jî kiriye lewre ji aliyê Amerîkayê ve hatiye cezakirin.
Her di heman daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, xwedanê vê bankaya han jî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin