Li girtîgeha Evîn li Tehranê girtîne.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, 4 girtiyên siyasî yên Kurd yên ku, li girtîgeha Evînê ya li Tehranê girtîne, di wan rojên nêz de vê werin îdamkirin.
Hengawê diyar kiriye ku, malbetên wan girtiyan bo girtîgehê hatine vexwandin û ev yek jî bi vê wateyê ye ku, vê heta roja yekşemê ev girtiyên han têne îdamkirin.
Ji aliyeke din ve malbet û kesûkarên wan daxwaz ji gelê Kurd û civaka cîhanî dikin û li dijî îdam kirina wan bikevin nava tevgerên bilez.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin