Wezareta tendirostiya Felestînê daxuyanî daye.
Şerê navbera Îsraîl û Hemasê yaku, piştî êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê bo ser Îsraîlê destpê kiriye hîn jî didome.
Di vê derbarê de wezareta tendirostiya Felestînê daxuyanî daye û ragihandiye ku, ji destpêkê şerê hanê heta îro bi giştî 26 hezar û 422 kes li Xezeyê hatine kuştin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di heman demê de zêdetir ji 65 hezar kesên din jî birîndar bûne û gelek cenazeyên gelek kesan jî hîna di bin kawêlan de nehatine derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin