Beriya du şevan bi dron êrîşî ser vê îstasiyonê hatibû kirin.
Şeva pêncşemê çekdarên Îranî yên li Îraqê bi dronan êrîşî ser îstasiyona hêlbirîna gazê ya Koromorê ya li Çemçemalê kiribûn û di encama êrîşa han de şewateke mezin çê bibû û 2800mw hêlbirîna elektirîkê kêm bibû.
Duhê bişev kompaniya DANA gaz daxuyanî da û ragihand ku, hêzên hawar hatinê karîne şewatê kontrol bikin û îstasiyonê nûjin bikin û dest bi prosesa hêlbirîna gazê were kirin û niha rewş li vê îstasiyonê normale.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin