8 navendên çekdarên Îranî hatine jinavbirin.
Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku, bi CENTCOM jî tê nasîn îro sêşem daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa berdewamiya êrîşên Amerîka û hevpeymanên wî yên bo ser çekdarên Hûsî kiriye.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, şeva derbasbûyî hêzên deryayî û asmanî yên Amerîkayê û hevpeymanên wî, li deryaya sor êrîşî ser gelek navendên çekdarên hûsî yên ser bi Îranê kirine.
Di encama êrîşên han de herî kêm 8 navendên girîng yên weke cebelxane, radar, cîhên kombûna fermandaran û yekeyên mûşekavêj yên çekdarên hûsî bi temamî hatine wêrankirin û jinavbirin.
Herwiha balefirgeha Sena û navenda asmanî ya Dêlimî jî bi temamî hatine wêrankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin