Îro salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê ye

niha jî Kurd li ser heman rêbazê têkoşînê dikin.
کوردستان TV
100%

78 sal beriya niha di 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Meydana Çarçira ya bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.

78 sal ji beriya niha di 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Meydana Çarçira ya bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.

Komara Kurdistan li ser bingehê Komeleya Jîkaf ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistan û bi rêbertiya Qazî Mihemed li Mihabadê hat damezrandin.

Qazî Mihemed wek serokkomarê Komara Kurdistan sonda yasayî xwar, bajarê Mihabad bû paytexta komarê.

Rûberê xaka komarê ji sedî 30’yê Rojhilatê Kurdistanê digirt nava xwe.

Komara tevahiya sazumaniya xwe organîze kiribû û Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Komarê jî Jeneral Mele Mistefa Barzanî bû.

Her çiqas temenê komarê gelek kurt bû, lê xebat û têkoşînek mezin ji bo azadiya gelê Kurd hat kirin û heta niha jî bi heman armancê têkoşîna Kurdan berdewam dike. Niha jî li her çar parçeyên Kurdistanê di jêr xewn û daxwazên Qazî Mihemed û komara Kurdistanê de têkoşînek mezin berdewam dike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.