Li Zaxoyê bi hezaran kes daketin qadan

êrîşên rejîma Îranê bo ser Hewlêrê hatin mehkûmkirin.
کوردستان TV
100%

Dijî rejîma Îranê xwepîşandan hate kirin.

Di çarçoveya xwepîşandanên Kurdistaniyan li Kurdistan û Ewrûpayê dijî êrîşên rejîma Îranê yên bo ser Hewlêrê, îro yekşem li Zaxoyê jî xwepîşandaneke berfire hate organîzekirin.

Di xwepîşandana han de bi tundî êrîşên rejîma Îranê yên bo ser Hewlêrê hatin mehkûmkirin û daxwaz ji civaka cîhanî hate kirin daku, li hember wan zêdegaviyên Îranê bêhelwest nebe.

Weke tê zanîn di encama êrîşên hefteya derbasbûyî yên rejîma Îranê bo ser Hewlêrê 4 kes şehîd bibûn ku, yek ji wan keçeke temen 11 mehî bû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.