Mûşekên wan hatine xistin.
Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî belav kiriye ku, duhê çekdarên hûsî yên ser bi Îranê li Yemenê xwestibûn bi mûşekan êrîşî keştiyeke leşkerî ya Amerîkî û çend keştiyên bazirganî li deryaya sor bikin lê hêzên Amerîkî ev êrîşa han pûç kirine.
Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku, mûşekên hûsiyan yên ku, ber bi keştiyeke leşkerî ya Amerîkayê û çend keştiyên bazirganî ve hatibûn avêtin, ji aliyê hêzên deryayî yên Amerîkayê ve hatine pûçkirin û xistin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ti zirareke vê êrîşa han nebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin