Jiber êrîşî ser Hewlêrê balyozê Îranê bo wezareta derve hatiye vexandin.
Duhê înê wezareta derve ya Holendayê ragihand ku, bo mehkûm kirina êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê bo ser Hewlêrê ku, bibû sedema şehîd bûna 4 welatiyan ku, yek ji wan keçeke temen 11 mehiye û welatiya Holendayê ye, balyozê rejîma Îranê yê li Amesterdamê vexwandiye.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Holendayê de hatiye diyarkirin ku, vê lêpirîsn li gel balyozê Îranê were kirin ka gelo çima û jiber çi welatiyeke medenî ya 11 mehî ya Holendî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kuştin?
Weke tê zanîn duhê jî li 15 welatên Erwûpayî dijî êrîşên Îranê xwepîşandanên gelek berfire hatin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin