Balyozê Brîtanyayê sersaxî da Serok Barzanî.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê Stephen Hitchen kir.
Di civînê de balyozê Brîtanyayê ji Serok Barzanî re ragihand ku, armanc ji vê serdana han gehandina peyama sersaxî û hevxemî û piştîvaniya Brîtanyayê ye bo xelk û herêma Kurdistanê li hember êrîşên bêhincet ku, ji aliyê spaha pasdaran ve bo ser herêma Kurdistanê hatine kirin.
Balyozê Brîtanyayê herwiha jiber şehîd bûna welatiyên medenî di vê êrîşê de
hevxemiya xwe jî gehande Serok Barzanî.
Balyozê Brîtanyayê ragihand ku, Brîtanya rêz ji parastin û yekparçeyî û serweriya xaka Îraqê digire û nabe Îraq û herêma Kurdistanê bibin qada tundiya welatên deverê û lazime Îraq û welatên cîran jî rêz ji serweriya xaka hev û du bigirin.
Serok Barzanî jî spasiya piştîvanî û hevsozî û hevxemiya balyoz û hikûmeta Brîtanyayê kir û bi navê gelê Kurdistanê û malbetên şehîd û qurbaniyên vê êrîşa han ya bo ser Hewlêrê spasiya gel û hikûmeta Brîtanyayê kir.
Serok Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, hertim xwestine têkiliyên dostane û bihêz yên Kurdistan û Îraqê li gel cîranan li ser esasê rêzgirtina hevbeş hebin û ragihand ku, ev êrîşa ku, ji aliyaê spaha pasdaran ve bo ser Hewlêrê hatiye pêkanîn bi hincetên dûr ji rastî zilmeke mezine derheq bi gelê Kurdistanê hatiye kirin û binpê kirina eşkere ya serweriya xala Îraq û herêma Kurdistanê bû.
Serok Barzanî anî ziman ku, ev êrîşên wisa îradeya gelê Kurd naşkînin belku, îradeya gelê Kurd bihêztir dikin.
Serok Barzanî diyar kir ku, ti caran li gel alozî û têkçûna têkiliyên li gel ti welateke din nine beruvajî dixwazin têkiliyên hevseng û dostane hebin lê em nakevin bin bar û biryar û siyasetên xwesepandinê yên ti aliyekî û dev ji buha û nirxên bilind û pîroz yên xwe û doza reva ya gelê Kurd bernadin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin