Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokê Franseyê civiya.
Îro li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Franseyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:
Îro li Davosê li gel Serokê Franseyê birêz Emmanuel Macron civiyan.
Mijareke sereke ya civîna me taybet bû bi êrîşên Îranê yên bo ser Hewlêrê ku, gefeke rastîne bo ser herêma Kurdistanê`û binpêkirina eşkere ya serweriya Îraq û herêma Kurdistanê ye. Em her du alî li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
Serok Emmanuel Macron hevxemiya xwe gehande me û piştîvaniya welatê xwe jî bo herêma Kurdistanê dubare kir.
Me jî spasiya Serok Emmanuel Macron û Franseyê kir bo hevxemî û piştîvaniya berdewam li herêma Kurdistanê ku, Franse di pêvajoyên cuda cuda de piştîvaniya gelê Kurdistanê kiriye.
Gerîngiya çareser kirina kêşeyên herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federalî bi awayeke hertimî û di çarçoveya destûrê de mijareke din ya civîna me bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin