Serokwezîrê Kurdistanê û Seroka Hengariyayê civiyan.
Îro li Davosê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Seroka Hengariyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro li Davosê li gel Seroka Hengariyayê birêz Katalyn Novak civiyan.
Du civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê û pêşde birina têkiliyên du alî kir.
Seroka Hengariyayê jiber şehîd bûna welatiyên medenî di encama êrîşa Îranê y abo ser Hewlêrê sersaxî dame û piştîvaniya welatê xwe jî bo herêma Kurdistanê dubare.
Me jî spasiya hevxemî û piştîvaniya Seroka Hengariyayê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê weke hertim faktereke aramî û ewlekariyê dibe li Îraq û deverê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin