Şandeke Siûdî serdana Kurdistanê dike

Siûdiye û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê civiya.

Îşev li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Davosê li gel wezîrê Hêlbirînê yê Erebistana Siûdî birêz Xalid Felah civiyan.

Wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê hevxemiya xwe bo gelê Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Siûdiye piştîvaniya dawî anîn bi êrîş û aloziyane û ragihand ku, di wan demên nêz de şandeke mezin ya Bazirganên Siûdî serdana Îraq û herêma Kurdistanê dike.

Me jî behsa têkiliyên kevnar û taybetî yên di navbera herêma Kurdistan û Siûdiyeyê kir û tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên du alî kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.