Qasim Erecî: Hincetên Îranê dûrin ji rastiyê

dibêje Îran direvan dike û welatiyên medenî kiriye armanc.
کوردستان TV
100%

Serokê komîteya taybet ya Îraqê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Komîteya taybet yaku, bi fermana Serokwezîrê Îraqê bo lêkolên kirin li ser bordiman kirina Hewlêrê û armanc kirina xaniyên welatiyên medenî ji aliyê rejîma Îranê ve, îro danê êvarê hatibû Hewlêrê, piştî serdanî kirina cîhên armanckirî daxuyanî da.

Serokê vê komîteya han Qasim Erecî ku, hevdem Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê ye ragihand ku, di bordiman û êrîşên rejîma Îranê de cîhên medenî hatine armanckirin û hincetên Îranê bo wan êrîşan dûrin ji rastiyê û direvin.

Erecî herwiha diyar kiriye ku, mal û xaniyê Karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ku, ji aliyê Îranê ve bi hinceta ku, navenda Mossada Îsraîê bûye hatiye bordimankirin, maleke medenî bûye û têde jin û zarok jiyane û hinceta Îranê direve.

Nav hatî herwiha diyar kiriye ku, vê komîteya han raporta xwe ya taybet amade bike û radestî Serokwezîrê Îraqê bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.