Duhê bişev jî gelek cîh hatine bordimankirin.
Êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bi hinceta pkk bo ser deverên curbicur yên herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê didomin û di vê çarçoveyê de jî duhê bişev dîsan artêşa Tirkiyeyê bi balefirên xwe gelek cîhên Kurdistanê bordiman kir.
Li gor zaniyariyên berdest, balefirên şer yên Tirkiyeyê duhê bişev çend gund û deverên sînorî yên li herêma Kurdistanê û herwiha çend navendên xizmetgozarî û jêrxanê yên li Rojavayê Kurdistanê bidijwarî bordiman kirine.
Heta niha derbarê zirarên canî û madî yên wan bordimanan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin