Serokwezîr li gel balyoza Fenlendayê civiya.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Fenlendayê li Îraqê civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên du alî hate kirin.
Mijareke din ya civînê taybet bû bi têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û di vê derbarê de tekez li ser girîngiya dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêmê û ji nûve destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê hate kirin.
Parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê û Îraqê, parastina selametiya hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî yên li Îraqê û girîngiya berdewam bûna wan li ser pîwerdariyên xwe mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin