Serokê herêmê û Serokkomarê Îraqê civiyan

dibêjin lazime kêşeyên heyî li gor destûrê werin çareserkirin.
کوردستان TV
100%

Behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Îro li Bexdayê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd civiya.

Di civînê de her du alî derbarê rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û herêma Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewldanên çareser kirina kêşeyên heyî de giftûgo kirin û balkêşandine ser pêşhatên dawî yên li deverê û bandora wan li ser rewşa deverê.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûrê û şandina par û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê û berdewamiya diyaloga navbera her du aliyan bo vê yekê kirin.

Her du alî li ser vê yekê ku, nabe kêşeya bûdce û mûçeya herêma Kurdistanê li gel kêşeyên din were tevlîhevkirin hemfikir bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.