Li gel Serokwezîrê Kurdistanê civiya.
Îro yekşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Koreya Başûr li Hewlêrê Singchol Lim kir.
Di civînê de Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Singchol Lim kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya xwe de jê re xwest û piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo hewlên wî yên bo bihêztir kirina têkilî û dostatiya navbera Kurdistan û Koreya Başûr de diyar kir.
Singchol Lim jî rixmî diyarî kirina kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina xwe weke Konsulusê welatê xwe li Hewlêrê, hevdem balkêşande ser xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û abûrî û sûd wergirtin ji ezmûna Koreya Başûr.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin