Serokwezîr li gel balyozê Franeyê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê birêz Eric Shovalier kir ku, jiber bi dawî bûna pîwerdariya xwe li Îraqê serdana me kiribû.
Me spasiya balyoz kir bo ku, di vê demê de li herêma Kurdistanê kar bo pêşde birina têkiliyên du alî kiriye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Balyozê Franseyê jî rêzdariya xwe ya li hember hevkarî û hemahengiya bihêz ya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel balyozxane û Konsulusxaneya welatê xwe diyar kir.
Mijara sereke ya civîna me yaku, têde Konsulusê giştî yê Franseyê li herêma Kurdistanê Jan Brem jî têde beşdar bû, taybet bû bi girîngiya parastina ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê. Em her du alî li ser pêdiviya pêbendiya Îraqê bi sîstema demokrasî û federalî û rêz girtin û dabîn kirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin