Armanca serdana Blinken eşkere bû

Amerîka naxwaze şer li deverê zêde bibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje peyameke eşkere dide Îranê.

Rayedarekî wezareta derve ya Amerîkayê ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike ji kanala CNN ya Amerîkî re ragihandiye ku, wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de serdana çend welatan dike.

Ev rayedarê han eşkere kiriye ku, armanca sereke ya Blinek ji vê serdana han dana peyameke eşkereye bi Îranê ku, Amerîka naxwaze şer li deverê berfire bibe.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, Amerîka hêvî dike welatên ku, Blinken serdana wan dike û têkiliyên wan li gel Îranê hene, peyama Amerîkayê bigehînin Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê.

Weke tê zanîn ev du roje serdana Blinken bo Rojhilata Navîn destpê kiriye û piştî Îsraîlê duhê bişev gehêşte Tirkiye piştî Tirkiyeyê jî vê Blinken biçe Qeter, Urdin, Îmarat, Siûdiye, Misir û Yûnanê.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.