Hêviya aştî û aramiyê bo deverê dike.
Bi minasebeta sersala nû Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî teksta vê peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin
Bi minasebeta sersala nû ya mîladî pîrozbayî li tevahiya welatiyên hêja yên Kurdistanê, malbetên serfiraz yên şehîdan û pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê bo tevahiya aliyan dixwazim.
Di demekê de ber bi destpêka sala nû ve diçin ku, dever bi giştî di bin metirsiya nearamî, qirîz û şeran deye. Lazime tevahiya aliyan vê yekê baş bizanin ku, mafê gelên deverê ye ku, bikaribin bi asûdeyî û aştî û dûr ji înkarkirin bijîn û jiber devera me ji vê zêdetir nikare kêşe, tundî, teror û nearamiyan li xwe bigire. Erkê civaka navnetewiye ku, bo parastina aştî, ewlekarî û pêşî girtin ji berfire bûna qirîzan li deverê de, rola xwe bilîze û hewl bo cîhbicîh kirina pêbendiyên xwe bide.
Di sala nû de bendewariya vê yekê ji hikûmeta federalî heye ku, pêngav bo çareser kirina kêşeyan li gel herêma Kurdistanê, cîhbicîh kirina destûr û pêbendiyên xwe yên li hember herêma Kurdistanê, gavên berçav bavêje.
Peyama gelê Kurdistanê jî bo tevahiya aliyan weke hertim peyama diyalog, jihev fêmkirin û çareseriyê bûye û ev yek baştirîn rêye bo dabîn kirina aramî û pêşkeftinê.
Hêvî dikim sala 2024an sala dawî hatin bi kêşeyên Îraq û devera me be û aştî, asûdeyî bo tevahiya welatiyên Kurdistan, Îraq û tevahiya deverê were dabînkirin.
Mesûd Barzanî
31.12.2023
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin