Serokwezîrê Îspanyayê li Bexdayê ye

li gel Serokwezîrê Îraqê jî dicive.
کوردستان TV
100%

Serdana leşkerên Îspanî yên li Îraqê dike.

Li gor çapemeniya Îraqî Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez duhê bişev gehêştiye Bexdaya paytext û ji aliyê rayedarên Îraqî ve hatiye pêşwazîkirin.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, biryare îro Serokwezîrê Îspanyayê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ve were pêşwazîkirin û di civînê de behsa têkiliyên navbera Îraq û Îspanyayê were kirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku, Serokwezîrê Îspanyayê di çarçoveya vê serdana xwe de vê li gel hêzên Îspanî yên ku, di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de li Îraqê ne bike û ji rewşa wan bipirse.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.