Ciwanekî Kurd hate kuştin

bi birîndarî hatiye eşkencekirin.
کوردستان TV
100%

Bi destê çekdarên rejîma Îranê hate kuştin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, ciwanekî Kurd bi navê Kawe Gewêlî li bajarê Sineyê bi destê çekdarên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Hengawê eşkere kiriye ku, Kawe Gewêlî ku, temen 37 sale di dema pevçûnên şêniyên taxeke bajarê Sineyê de bi destê çekdarên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, Gewêlî di destpêkê de birîndar bûye pişt re hêzên ewlekarî wî birine navenda polîsan û liwir jî rastî eşkenceyê hatiye û pişt re bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û rixmî destwerdanên nûjdaran canê xwe ji dest daye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.