Ukrayna keştiyeke Rûsî ji nav bir

têde dronên întîharî yên Îranî hebûne.
کوردستان TV
100%

Têde dronên Îranî yên întîharî hebûne.

Artêşa Ukraynayê belav kiriye ku, duhê sêşem li peravên Kirimiyayê êrîşî ser keştiyeke mezin ya cengî ya Rûsî kiriye.

Artêşa Ukraynayê diyar kiriye ku, ev keştiya han ya Rûsî karwaneke dronên Îranî yên întîharî bo artêşa Rûsyeyê vediguhest lê li peravên Kirimiyayê ji aliyê hêzên me ve hatiye armanckirin û hatiye jinavbirin.

Fermandariya hêzên Rûsî yên li Kirimiyayê jî ev êrîşa han pişt rast kiriye û ragihandiye ku, di encama êrîşa han de kesek hatiye kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.