Hikûmeta Îraqê jî ev êrîşa han mehkûm dike.
Piştî êrîşa îşev ya Amerîkayê bo ser komên çekdar y ên heşda şebî yên ser bi Îranê li Îraqê, Koşka Spî daxuyaniyek weşand û ragihand ku, Serokê Amerîkayê Jeo Biden raste rast fermana êrîşa han daye û Bîden ji hêzên leşkerî yên Amerîkayê re gotiye bilez bersifa êrîşa duhê ya ser hêzên Amerîkî bidin li Îraqê, lewre hêzên Amerîkî jî êrîşî ser sê navendên komên çekdar kirine.
Ji aliyê xwe ve hikûmeta Îraqê jî ev êrîşa han mehkûm dike û dibêje ev êrîşa han binpê kirina serweriya axa Îraqê ye û dibe sedema têkçûna rewşa welat.
Weke tê zanîn îşev hêzên Amerîkî êrîşî ser sê navendên komên çekdar kiribûn û di encam de çend çekdar hatibûn kuştin û herî kêm 18 çekdar jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin