Hevpeymaniya cîhanî raportek belav kiriye.
Hevpeymaniya cîhanî ku, organîzatoriya giştî ya kempa Hol ya li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê dike, raportek derbarê hijmara şêniyên vê kempê de belav kiriye,
Di raporta han de hatiye diyarkirin ku, di meha derbasbûyî de 186 malbet ku, hijmara kesên nava wan de bi giştî 736 kes bûye ji kempa han derketine û bo cîhên din bi taybetî warên xwe yên beriya hatina DIŞIê vegeriyane.
Di raporta han de hatiye eşkere kirin ku, hîn jî 21 hezar welatiyên Îraqî yên ku, jin û zarokên terorîstên DIŞIê ne di nava vê kempê de mane.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku, niha bi tenê 17 hezar welatiyên Sûrî di nava vê kempê de mane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin