UNICEF: 6 hezar zarok li Xezeyê di metirsiyê dene

NY jî dibêje 2 miliyon kes bi birçîbûnê re rûbirû ne,
کوردستان TV
100%

Dibêje 10 hezar zarok pêdiviya wan ya bilez bi hevkariyê heye.

Sendoqa taybet bi karûbarên zarokan ya ser bi netewên yekgirtî UNICEF derbarê rewşa zarokan ya li Xezeyê de raportek belav kiriye û têde diyar kiriye ku, rewşa zaroka li Xezeyê di metirsiyê deye.

Di raportê de UNICEF behsa vê yekê kiriye ku, niha li Xezeyê 10 hezar zarokên di bin 5 salî de di rewşeke gelek xirab dene, birçîne, ti pêdiviyeke wan ya tendrostî nayê dabînkirin.

Di berdewamiya raportê de qala vê yekê hatiye kirin ku, eger heye jiber birçîtî û nebûna pêdiviyên tendirostî 5 hezar zarok li Xezeyê canê xwe ji dest bidin.

Ev raporta han piştî vê yekê hatiye belavkirin ku, Netewên Yekgirtî jî di raporta xwe de yaku, çend roj beriya niha belav kiribû behsa vê yekê kiribû ku, li Xezeyê 2 miliyon û 200 hezar kes di xetera birçîtiyê dene.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.