Dibêje Îran zaniyarî û ferman daye.
Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê êrîşên çekdarên Hûsî yên ser bi Îranê li behra sor bo ser keştiyan ragihand ku, Amerîka lêkolîneke hûr ya îstîxbaratî li ser wan êrîşan kiriye.
Di daxuyaniya koşka spî de hatiye diyarkirin ku, li gor zaniyariyên bawermend yên îstîxbaratî destê Îranê bi awayeke raste rast di wan êrîşan de heye û çekdarên hûsî li ser esasê zaniyariyên ku, Îran derbarê keştiyan de dide wan, bi çekên Îranî û li ser fermana Îranê wan êrîşan pêk tînin.
Koşka spî herwiha diyar kiriye ku, di wan demên dawî de gelek zaniyariyên piştrastkirî yên îstîxbatî ketine destê Amerîkayê ku, îsbat dikin destê Îranê raste rast di wan êrîşan de heye.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Amerîka ragihandibû ku, bi parastina asayîşa behra sor hevpeymaniya nû dijî çekdarên hûsî pêk aniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin