Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê daxuyanî daye.
Îro pênşem wezareta berevanî ya Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku, êrîşeke berfire birine ser cîh û navendên pkk.
Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Tirkiyeyê balefirên şer yên Tirkiyeyê derdorê Xakûrik, Metîna, Gare û Zapê êrîşî ser pêgehên gerîlayên pkk kirine.
Heta niha derbarê zirarên vê êrîşên han de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin