9mîn kongreya Yekîtiya jinên Kurdistanê destpê kir

hikûmet berdewam dibe li ser piştîvanî kirina maf û azadiyên jinan.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr jî di merasîma destpê kirinê de beşdare.

Îro pêncşem li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK Mesrûr Barzanî 9mîn kongreya Yekîtiya jinên Kurdistanê destpê kir.

Di kongreya han de yaku, vê du rojan bidome vê tîmeke nû bo Sekretarkiyeta giştî ya Yekîtiya Jinan were hilbijartin ku, ji 7 kesan pêk tê.

Di merasîma destpê kirina kongreyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya rola Yekîtiya jinan di nava xebat û têkoşîna gelê Kurd de kir û hêviya serkeftinê bo yekîtiya han xwest.

Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de tekez li ser piştîvaniya berdewam ya hikûmetê bo hewl û xebata jinan û herwiha berdewamiya hikûmetê bo piştîvanî kirina jinan û berevanî kirina ji wan û mafên wan kir û anî ziman ku, lazime Yekîtiya jinên Kurdistanê di rola xwe ya nîştimanî de bi berdewamî pêşengatî bo jinên Kurd bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.