Jiber êrîşên çekdarên ser bi Îranê radara Îraqê têkçûye.
Rayedarekî artêşa Îraqê ragihandiye ku, jiber êrîşa duhê yekşem ya çekdarên ser bi Îranê bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esed, sîstema radarê ya Îraqê yaku, ji Franseyê kirîbû rastî zirareke mezin hatiye.
Ev rayedarê Îraqî ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike diyar kiriye ku, ev radara buha yaku, bi deham miliyon dolar ji Franseyê hatibû kirîn, jiber êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esedê rastî zirarên mezin hatiye û di encam de têk çûye û niha hewl bo çê kirina vê sîstema han tê dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin