Ji aliyê Amerîka û Brîtanyayê ve hatine xistin.
Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî duhê şemî ragihand ku, hêzên deryayî yên Amerîkî û Brîtanî yên li deverê karîne pêşiya êrîşeke mezin ya dronên întîharî yên Hûsiyan bigirin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, duhê dema çekdarên Hûsî bi piştîvaniya Îranê xwestine êrîşî ser Îsraîl û çend keştiyan bikin, hêzên deryayî yên Amerîkî û Brîtanî pêşiya êrîşa han girtine û karîne 15 dronên întîharî yên çekdarên Hûsî li behra sor bixin erdê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin