Komîsyon dibêje rêjeya beşdarî kirinê sedî 67 bûye.
Duhê dengdana taybet bo hêlbijartinên parêzgehên Îraqê hate kirin û di vê çarçoveyê de hêzên leşkerî, ewlekarî û taybet beşdariya dengdanê kirin û komîsyon jî ragihand ku, rêjeya beşdarî kirina hêzên han di hêlbijartinan de sedî 67 bûye ku, li gor hêlbijartinên din zêde bûye.
Komîsyon herwiha eşkere kiriye ku, duhê bi giştî 706 hezar û 805 kes di hêlbijartinê de beşdar bûne, ev di demekê deye ku, 1 miliyon û 50 hezar û 653 kes ji hêzên leşkerî, ewlekarî û taybet xwedan mafê dengdanê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin