Dibêje elaqiye we bi hilbijartinên Fesadan re nebe.
Piştî fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ya bo amadebaşiya artêşa Îraqê ya jiber hilbijartinên herêmî yên li Îraqê, Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedirê ku, ev hilbijartinên han boykot kiriye, fermaneke nû da alîgirên xwe.
Muqteda Sedir di peyama xwe de ji alîgir û endamên tevgera Sedir re gotiye, nabe bi ti awayî elaqeya we bi hilbijartinên wan Fasidan ( kesên qirêj) re hebe, ev kesên qirêjin û me xwe ji wan dur xistiye.
Sedir herwiha ji alîgirên xwe re gotiye lazime kerameta Îraq, Xeze û dînê biparêzin û ev emanetên di destên we dene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin