315 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin

dibêje Ukranya 18 sal Rûsye û artêşa vê welatî paşde biriye.
کوردستان TV
100%

Îstîxbarata Amerîkayê raportek belav kiriye.

Li gor çapemeniya Amerîkî, îstîxbarata vê welatî li dor şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê de yaku, di Sibata 2022an de destpê kiriye raporteke nihênî belav kiriye.

Di raporta han ya îstîxbaratî de hatiye diyarkirin ku, heta niha di şerê Ukraynayê de 315 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin û bi sedhezaran leşkerên din yên Rûsî jî birîndar bûne.

Her di heman raportê de hatiye diyarkirin ku, Rûsye bi 360 hezar leşker di Sibata 2022an de êrîşî ser Ukraynayê kiriye lê gelek ji leşkerên Rûsî hatine kuştin û hijmara kuştiyên Rûsyeyê dibe sedî 78 wan leşkerên ku, Rûsye bi wan êrîşî ser Ukraynayê kiribû.

Di dawiya raporta han de hatiye eşkere kirin ku, jiber derbên ku, artêşa Ukraynayê li Rûsyeyê dane Rûsye û artêşa vê welatî 18 sal paş ketiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.