Îsraîl 4 navên cengî şandiye behra sor

dibêje eger neçar bin dijî Husiyan jî çek bikar tînin.
کوردستان TV
100%

Çekdarên Husî jî gefên xwe dijî Îsraîlê didomînin.

Îro çarşem artêşa Îsraîlê ragihand ku, li gel zêde bûna êrîşên çekdarên Husî yên li Yemenê yên ku, ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin, me jî biryar daye daku, bo parastina keştiyên xwe û keştiyên din 4 navên xwe yên cengî bişînin behra sor.

Ji aliyeke din ve duhê jî çekdarên Husî duhê dîsa êrîşî ser keştiyeke Norvêjî kiribû û agir bi keştiya han ketibû.

Her îro çekdarên Husî diyar kirine ku, vê êrîşên xwe li behra sor zêdetir bikin.

Beriya niha Îsraîl jî daxwaz ji NY kiribû daku, li hember Husiyan tiştek bike beruvajî vê Îsraîl bo xwe dijî Husiyan jî çek bikar bîne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.